Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2023an pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanawsky û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks amade bûn, behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin kirin.

Mijara sereke ya hevdîtinê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû û her du alî hevdeng bûn ku divê rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi zûtirîn dem were cîbicîkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî zirarê nebînin.

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di dema xwe de bên kirin û ji bo vê mebestê jî, me amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû hêsankariyan nîşan daye.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa wê navçeyê, derketina mîlîşya û grûpên çekdar ên neyasayî û vegera koçberan bo cihên xwe de hatin kirin.