Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 3ê Gulana 2023an li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Di hevdîtinê de şerê terorê û çaksaziyên di nav hêzên Pêşmerge de û hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin.