Washington: Pêwendiyên Îranê bi Sûriyê re cihê nîgeraniyeke cîhanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê hişyarî da ku bihêzbûna pêwendîyên di navbera Îran û hikûmeta sûrî de, divê bibe “cihê nîgeranîya cîhanê”.

Wek yekem karvedana Amerîkayê li ser serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî bo Şamê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel got, bihêzbûna pêwendiyên Tehran û Şamê ne tenê ji bo hevalbendên Amerîkayê û welatên navçeyê, lê belê ji bo tevahiya cîhanê divê bibe cihê nîgeraniyeke mezin.

Patel di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de jî got: “Washington ji hevkarên xwe re eşkere kiriye ku divê ew piştgiriyê nade asayîkirina pêwendiyan bi Şamê re.”

Patel got jî, “Van her du rêjîman bi berdewamî çalakiyên xerab ji bo têkdana aramiyê, ne tenê welatên xwe, lê belê li deverê bi giştî kirine.”

Duhî Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî bo cara yekem piştî krîza Sûriyê ji sala 2011an ve, serdana Şamê kir û lige hevtayê yê sûrî Beşar Esed re civiya.

Bi amadebûna Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û Serokê Sûriyê Beşar Esed; berpirsên îranî û sûrî 15 rêkeftinên hevkariyê di navbera her du welatan de îmze kirin.