Lavrov: Êrîşkirina ser Koşka Kremlînê karekî dijminkarane bû

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, êrîşkirina ser Koşka Kremlînê bi rêya dronê ve, karekî dijminkarane bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, êrîşkirina ser Koşka Kremlînê bi rêya dronê ve, karekî dijminkarane bû.

Sergey Lavrov beşdarî Lûtkeya Şangay a Alîkariyê bû û ragihand, Rûsya dê bersiveke pêwîst ji bo êrîşkirina ser Koşka Kremlînê bide.

Lavrov diyar kir, baweriya wan bi redkirina Amerîka û Ukraynayê ya derbarê redkirina wan a êrîşa ser Kremlînê tune ye, ji ber ku şiyana Amerîkayê di derewkirinê de eşkere ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha got, hewldanên wan ên ji bo vegerandina pereyên blokkirî yên li welatên rojava berdewam e, ji ber ku pêwîstiya wan bi wan pereyan heye.