Nûnerên Rûsya û Ukraynayê li Enqerê şer kirin

Serokê Şanda Rûsyayê li Enqerê, ala Ukraynayê ji destê nûnerekî Ukraynayê kişand û nûnerê Ukraynayê jî êrîşî wî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şanda Rûsyayê li Enqerê, ala Ukraynayê ji destê nûnerekî Ukraynayê kişand û nûnerê Ukraynayê jî êrîşî wî kir.

Nûnerê Ukraynayê Oleksandir Marikovski li Lûtkeya Aborî ya Rêxistina Welatên Perava Deryaya Reş, ku li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve çû, tomareke vîdeoyê li ser rûpela xwe ya taybet belav kir û di dîmenan de tê dîtin ku dema ala welatê xwe bilind dike, ji nişka ve Serokê Şanda Rûsyayê yê li lûtkeyê, ala Ukraynayê ji destê Oleksandir Marikovski dikişîne û vedigere.

Di dîmenan de diyar dibe, piştî ku Serokê Şanda Rûsyayê ala Ukraynayê dikişîne, Nûnerê Ukraynayê jî li pey wî diçe û lê dide û ala welatê xwe jê distîne, lê belê ewên li holê ne, dikevin navberê û Nûnerê Ukraynayê ji Serokê Şanda Rûsyayê dûr dixin.