Wezîrên derve yên Ereban deng li ser vegera Sûriyê bo Komkara Erebî didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tê çaverêkirin ku wezîrên derve yên Ereban îro li Qahîreyê biryara vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî gotûbêj bikin.

Kovara “Majalla” projebiryara wezîrên derve yên welatên Erebî berî civîna wezîrên derve belav kir. Li gorî wê jî, şandên Sûriyê dê carek din di civînên wê û nav rêxistinên girêdayî wê de beşdar bibin.

Li gorî Majalla, Wezîrên Ereban dê biryarê bidin ku ji sibê ve beşdarbûna şandên Sûrî di civînên Komkara Erebî û hemû rêxistin û dezgehên girêdayî wê de dest pê bikin.

Her wiha di projebiryarê de tekezî li ser avêtina gavên pratîk û bibandor ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî bi rêya pêwendiyên wezîrên derve yên Ereb ku di hefteyên borî de rêzecivîn ji bo hevrêzkirina helwestan û bidestxistina lihevkirina di nav Komkara Erebî de, ji naveroka hêmanên projeyabiryarê agahdar bûye.

Di projebiryarê de jî, tekezî li ser ewlekarî û aramiya Sûriyê, nasnameya wê ya Erebî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê hatiye kirin ku tekane rêya çareserkirina aloziyê, çareseriya siyasî ye.

Jêderekî dîplomatîk pêştir gotibû, di civîna awarte ya Encûmena Komkara Erebî ya li ser asta şandeyên herdemî ya roja Şemiyê de, piştgirîyeke berfireh ji bo vegerandina Sûriyê bo Komkarê hat nîşandan.

Komkara Erebî di sala 2011an de ji ber destpêkirina şerê navxweyî, endamtiya Sûriyê rawestandibû.

Ev civîna wezîrên derve yên Ereban di demekê de tê, welatên Ereban tekezî li ser giringiya parastina agirbesta ku li Sûdanê di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de hatiye ragihandin û çareserkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de bi awayekî aştiyane, dikin.