Sûriye piştî 12 salan cihê xwe di Komkara Dewletên Ereb de vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên derve yên welatên Komkara welatên Erebî îro di biryarekê de li ser vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî li hev kirin û Sûriye piştî 12 salan vegeriya nav Komkara Erebî.

Wezîrên derve yên welatên Komkara welatên Erebî li Qahîreyê civiyan û piştî civînê biryara hejmar 8914 derxistin û tê de ragihand, ji îro 7ê Gulana 2023an û pê ve şandên Sûriyê di civînên Encûmena Komkara Erebî û hemû saziyên girêdayî wê de beşdar dibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî ragihand, ev biryar di civîna girtî ya wezîrên derve de li baregeha Komkara welatên Ereb li Qahîreyê hatiye standin.

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî di civîna wezîrên derve yên welatên Erebî de ragihand, tekane rêya çareserkirina kirîza Sûriyê, çareseriya siyasî û bêyî destêwerdana derve ye û got: “Ti çareseriyeke leşkerî ji aloziya Sûriyê re nîne.”

Komkara Erebî di sala 2011an de ji ber destpêkirina şerê navxweyî, endamtiya Sûriyê rawestandibû.

Ev yek piştî wê tê, Wezîrên derve yên Misir, Iraq, Erebistana Siûdî, Urdin û Sûriyê roja duşema borî li paytexta Urdinê Emmanê civiyabûn û li ser çawaniya asayîkirina pêwendiyan ligel Şamê gotûbêj kirin.