Li Enqerê Roja Xizir hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Navçeya Haymaneya Enqerê bi hezaran Kurdên Anatolya Navîn Roja Xizir a ku wek hatina Biharê û zindîbûna xwazayê tê dîtin bi şahiyekê pîroz kirin. Welatî û hunermendên li qadê, pişt 8 salan destpêkirina vê şahiyê wek parasrtina keleporekê binav dikin.

Xidirellez an jî Roja Xizir; ji aliyê gelên Balkan, Asya Navîn û Anatolyayê ve wek destpêka biharê tê pîrozkirin. Li Tirkiyê jî ev roj di şeva 5ê Gulanê de dest pê dike û heta 7ê gulanê berdewam dike. Taybetmendiyên vê rojê ew e ku xelk ji bo meqsed û mirazê wan hasil bibe daxwazên xwe dinivîsin û dibêjin. Kurdên Anatolya navîn dijîn jî ku ev 50 sal in pêşwaziya vê rojê dikin piştî qedexeyên 8 salan 17emîn car bi şahiyekê Roja Xizir bi gotina sitranên Kurdî û gerandina govendan pîroz kirin.

Welatî Eyşê Çetînkaya: Xidiryaze ev çend salinqedexe bûn û nadihatin kirin. Bêyî ku zirar û ziyanekê bidin derdorê me pîroz dikir lê ev çend sal bûn qedexe bû. Ev kultûrê xoman e ji bo me bi xêr be. Ev roja bo me roda destpêkirina biharê ye.

Welatiyên ku bi sedan sal beriya niha ji Herêma Kurdistanê berê xwe dane Haymanayê û hunermendan jî da zanîn ev mîhrîcan parastina keleporeke qedîm e.

Emektar Ebdullah: Em 450 sal berê ji başûrê Kurdistanê hatine vir, ji Duhokê hatine. Ev 17emîn pîrozbahiya Xidirelyase. Berê pîrikên me dikirin. Li derdora me kurmanc û tirk tevahî tên şahyê xwe dikin, zarok jin tevahî malbatan tên piknik dikin.

Hunermend Serbûlent Kanat: Şahiyên Xidirellezê li herêma me beriya niha jî bi coş dihate pîrozkirin. Pîranî armanceke çandî û bicîhbûna meqsed û mirazan hate pîrozkirin. Welatiyan xwarin çêdikirin û bi hev re rojeke xwe şderbas dikirin. Lê niha ev roj taybetî bo Kurdan girîngtir bûye. Ji ber ku bi vê şahiyê hemû Kurdên Anatolya navîn li hev dicivin wek keleporeke wejndina çanda Kurdî vê rojê pîroz dikin.

Kevneşopiya hezar salan Xidirellez wek bidawîbûna demsala zivistanê û destpêkirina demsala biharê tê pîrozkirin. Bi hezaran Kurdên Anatolya Navîn jî bi stranên Kurdî pêşwaziya biharê dikin.