Li Wezareta Navxwe metirsiyên darayî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed ligel tîma hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna metirsiyên darayî, rûbirûbûna sipîkirina diravî, parederkirina terorê civiya û metirsiyên darayî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Wezîrê Navxwe tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard ku her hevahengiyekê bi tîma federal re bikin.

Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed pêşwazî li tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên darayî û sipîkirina diravan û fînansekirina terorê kir. Tîmê ji nûnerên Wezareta Navxwe û 15 saziyên Herêma Kurdistanê pêk tê û erkê tîmê cîbicîkirina siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê ye ku hevtarîb e ligel rasperdeya rêxistinên navdewletî yên pispor e di warê ji nehîştina derfetên sipîkirina pareyan û şopandina hûr û hişkkirina çavkaniyên fînansekirina terorê de.

Wezîrê navxwe spasiya hewlên tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi başî karên xwe birêve dibin û behsa hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên pêwendîdar kir ku di çarçoveya siyaseteke zelal de bi salan e li dijî terorê û çavkaniyên dahat û paredarkirinê dikin û di warên nehîstina derfet ji bo sipîkirina pareyan jî gavên gelekî baş avêtine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, di civînê de derbarê rasperdeyên navdewletî yên ji bo nirxandina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê raspard ku her hevahengiyek ligel tîma federal bikin û ew raspardeyên ku pêwîst in li Herêma Kurdistanê cîbicî bikin, piştî guncandina wan li gorî taybetmendiyên saziyan, di zûtirîn dem de bêne pêkanîn. Her wiha behsa  projeyasaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo cîbicîkirina yasaya federalî ya rûbirûbûna pere û fînansekirina terorê kir, ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin û ji bo pesendkirinê bo Parlamentoya Kurdistanê hatiye şandin.