Opozîsyon: Bi vegera Sûriyê bo Komkara Erebî dê hêza Îranê li herêmê berfirehtir bibe

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ve li dijî biryara Komkara Ereban ku piştî 12 salan careke din Sûriye bo wê komkarê hate vegerandin, karvedaneke tund nîşan da. Opozîsyona Sûriyê biryarê li xêra gelê Sûriyê nabîne û di wê baweriyê de ye ku wê rejima Sûrî zilma xwe zêdetir bike. 

Piştî 12 salan Sûriye j ibo Komkara Erebî hat vegeranin. Biryara li Qehîreyê di civîna wezîrên derve yên welatên endamên komkarê de hate ragirtin. Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim Muslat bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ev biryara Komkara Erebî nas nekir û diyar kir ku ev biryara wê bibe sedem ku rejim zilma xwe zêdetir bike û hêza Îranê ya li herêmê jî berfirehtir bibe. Endamên Destaya Siyasî yên pozîsyonê jî biryarê ji bo dahatÛya Sûriyê erênî nabînin û dibêjin bi vê biryarê destê opozîsyonê lawaz nebûye.

Endamê Desteya Siyasî ya Opozîsyonê Abdulmacîd Berekat ji K24ê re got: “Helwesta Ereban gelekî giring e. Em divên helwest mîna biryarên navdewletî be. Ev helwesta Yekîtiya Ereban divê derbirîna daxwazên gelê Sûriyê bike. Opozîsyon di vê qonaxa niha de namîne, wê hewlên xwe berdewam bike. Hinek alî dibêjin Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê lawaz bûye, ev ne rast e. Bi hemû hêza xwe berdewam e ji bo çareseriyê. Divê bê zanîn ku ev rejim ti carî nakeve bin xizmeta dewletên Erebî. Mayîna rejimê ji ber Îranê ye. Pisgirêkên ku piştî vê biryarê derkevin jî, wê li hemû welatên der û dorê jî belav bibe.”

Ji aliyê endamên Desteya Siyasî yên Opozîsyonê ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî li dijî biryarê bertek hate nîşandan û diyar kirin; wê opozîsyon li ser vê mijarê dest bi danûstandina bike ligel Emerîka û Ewrûpayê. 

Endamê ENKS di Desteya Siyasî ya Opozîsyonê de Ebdulla Gedo ji K24ê re got: “Ji bo vê biryara ku Komkara Erebî daye, eger opozîsyona Sûrî desteya danûstandinê û ya siyasî ne di navê de be û şêwir pê nebe, Îtilaf xwe berpirs nabîne di vê biyarê de. Ev biryara wek danûstandinekê ye di nava welatên Ereb û rejima Sûrî de. Ji berê de jî pêywendiyên welatên Ereb bi îtilafê re kêm in. Wê şoreş dîsa bi vî awayî berdewam be. Pêwendiyê Ewrûpa û Amerîkayê bi opozîsyonê gelekî xurt e. Helwesta wan jî wek xwe li dijî rejimê û dijwar e.”

Ji ber şerê nanxweyî Sûriye 12 sala berê endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hatibû ragirtin. Bi vê biryara nû wê delegasyonên Sûriyê gav bi gav bêne qebûlkirin bo nava civînên Komkarê. Wezareta Karê Derve ya Sûriyê jî dibêje; ew ê vê biryarê bi baldariyeke mezin binirxînin û ji bo hevkarî û yekîtiyeke mezintir ya Ereban jî bangê dikin.