Deriyê Navdewletî yê Zêt bi fermî hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro deriyê Zêt ê Navdewletî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi awayekî fermi hat vekirin. Ev yek piştî salekê ji karên berdewam ên çêkirina rêya sereke ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê.

Deriyê sînorî yê Zêt dikeve li sînorê nahiya Mêrgesorê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve û Parêzgarê Hewlêrê û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe yê Soranê û Mela Mistefa Barzanî îro ev deriyê navnetewî yê Zêt bi awayekî fermî vekirin.

Ev derî, deriyê sêyemîn ê navdewletî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye û yekem deriyê ku parêzgeha Hewlêr û parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê bi hev ve girê dide.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir, di sala 2013an de biryara vekirina deriyê Zet hatiye dayîn û ev derî dê rehetiyeke tam ji welatiyên herêmê re peyda bike.

Qaymeqamê Mêrgesorê got jî, bi vekirina vê deriyê navdewletî re, aborî û geştiyariya Herêma Kurdistanê dê geş bibe aborî bibîne û dê derfetên kar ji bo welatiyên herêmê peyda bibe.

Di qonaxa yekem de, Deriyê Zêt yê Navdewletî dê ji geştiyaran re bê vekirin û di qonaxa duyemîn de jî dê ji bo tevgera bazirganiyê be.