Qeter konsulgeriya welatê xwe li Herêma Kurdistanê vedike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî, li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe civiyan.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî, li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe civiyan.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî civiyane û bal kişandine ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê, bi taybetî piştî ku Qeterê biryar da Konsulgeriya Giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civînê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ji bo hemû cûre alîkarî û hêsankariyê ji bo vê pêngavê nîşan daye.

Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî jî ragihandiye, hikûmeta Qeterê kêfxweş e bi bihêzkirina pêwendiyên xwe yên ligel Hikûmeta Herêmê û ji bo vê mebestê jî pêngavên vekirina Konsulgeriya Giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêş ketiye û biryar e di demeke nêz de Konsulgeriya Giştî ya Qeterê bi awayekî fermî were vekirin.