Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi boneya beşdarbûna di merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî de, gihîşt Hewlêrê.

Ji bilî Serokomarê Iraqê, çendîn kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di merasîma vekirina muzexaneya Barzanî de beşdar dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina li mêzanên vekirina muzexaneyê de ji mêvanan got: ““Ez kêfxweş im ku piraniya mêvan û hevalên me yên ji beşên cuda yên cîhanê hatine”. Got jî: “Barzan herî kêm 16 caran hatiye wêrankirin û ji nû ve hatiye avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ev muzexane çîroka gelê me vedibêje, ku me ji kû ve dest pê kir û em îro li kû ne.”