Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Rêkarên hinardekirina petrola Kurdistanê temam bûne

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, piştî rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a li ser dosyeya petrola Herêma Kurdistanê, rêkarên cardin destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê temam bûne.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, Wezareta Samanên Sirûştî ragihandiye, ku Kompaniya Somo di roja 10ê Gulana 2023an de, bi fermî ji aliyê Tirkiyê xwestiye ku proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê, were destpêkirin.

Hat diyarkirin ku Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê, ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê, li benda bersiva Tirkiyê ne.