Serokomarê Iraqê: Pêwendiya Herêm û Bexdayê gelek baş e

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd diyar kir ku pêwendiya Herêm û Bexdayê gelek baş e û hêviya xwe anî ziman ku di siberojê de jî pêwendiyên herdu aliyan zêdetir pêşve biçin.

Îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, pêwendiya navbera Herêm û Bexdayê di qonaxeke gelek baş de ye û kêşeyên ku beriya niha hebûn, hatine çareserkirin.

Letîf Reşîd hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên navbera Herêm û Bexdayê di siberojê de zêdetir pêşve biçe û hevtêgihiştina li ser hemû xalên nakokî hebe.

Reşîd destnîşan kir: “Ta ku em yekgirtî û yekrêz bin, em ê bihêztir bibin li her derê, him li navxwe û him li derve, wê demê em ê bikarin plana zêdetir pêşketî deynin.”

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.