Fazil Mîranî: Peyama Serok Barzanî berpirsyariya PDKê zêdetir dike

Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, her kes û aliyek gavek were pêş, PDK du gavan diçe pêş.
Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî
Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî

Hewlêr (K24) – Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, her kes û aliyek gavek were pêş, PDK du gavan diçe pêş.

Fazil Mîranî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew wek PDK peyama Serok Barzanî peyrew dikin ji bo encamdana civîna aliyan û got, her dema ku Serok Barzanî peyam bide, eger aliyên din gavek were pêş, PDK du gavan diçe pêş.

Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtburoya PDKê destnîşan kir, berpirsyariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember peyama Serok Barzanî û li ser pirsa Kurd, nabe weke berpirsyariya kesên din be.

Mîranî herwiha bal kişand ser wê yekê ku PDK di mijara mafan de wek ewên din e, lê belê di berpirsyariyê de pişta xwe bi dîrok û erdnîgariya xwe ve girê dide.

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ji aliyên siyasî yên Kurd daxwaz kir, ji bo dîtina çareseriya kêşeyên navçeyê, beriya 18ê vê mehê, civîneke mezin saz bikin.