Amerîka: Em hêzên zêdetir dişînin Kendavê

Berdevkê Encûmena Asayîşê ya Koşka Spî John Kirby ragihand, ew hêzên piştevaniyê yên zêdetir dişînin Kendavê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Asayîşê ya Koşka Spî John Kirby ragihand, ew hêzên piştevaniyê yên zêdetir dişînin Kendavê.

Jonh Kirby di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand, ji ber gefên Îranê ya ji bo keştiyên petrolê li navçeya Kendavê, Amerîka hêzên piştevaniyê yên zêdetir dişîne Kendavê.

Derbarê hûrgiliyên şandina hêzên Amerîkayê bo Kendavê de, John Kirby diyar kir: “Di nava çend rojên bê de zanyariyên zêdetir li ser vê biryara Amerîkayê dê berdest be.”

Kirby ragihand: “Hemû alî gefên dubare yên li ser keştiyan dibînin, loma Amerîka rê nade ti hêzekê ku azadiya hatûçûna deryayê asteng bike, di nav wan de jî azadiya hatûçûna li tengava Hurmizê.”