Sûdanî li Mûsilê ligel Civata Rûhanî ya Êzidiyan dicive
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li bajarê Mûsilê ligel Civata Rûhanî ya Êzidiyan dicive.
Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Siûd Misto ji Kurdistan24ê re ragihand, biryar e îro li bajarê Mûsilê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel Civata Rûhanî ya Êzidiyan bicive û li ser rewşa Şingal û Êzidiyan û vegera awareyan gotûbêjê bikin.
Biryar bû Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şingalê bike, lê belê jêderekî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber amadekariya hinek grûp û aliyan ji bo encamdana xwepêşandanê, serdana Sûdanî bo Şingalê hat betalkirin.
Du roj in Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li bajarê Mûsilê ye û ligel berpirsên ewlehî û îdarî û pêkhateyên bajarê civiya û rewşa xizmetguzarî û projeyên bajêr dişopîne.