Hevbendiya Yekîtiya Netewî piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevbendiya Yekîtiya Netewî ku mezintirîn bloka netewî ya (Xiristiyanî-Kildanî, Aşûrî û Suryanî) li Parlamentoya Kurdistanê ye, pêşwazî û piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ragihand.

Serok Barzanî di gotara xwe ya di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzan de, destpêşxeriyek bo çareserkirina tevahiya kêşe û pirsgirêkên di navbera aliyên Kurdistanî de ragihand û bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku beriya 18ê Gulanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, civîneke berfireh lidar bixin.

Hevbendiya Yekîtiya Netewî îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Em rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de bilind dinirxînin, ew jî bi riya piştgirîkirina wî ji hemû hewlên ji bo derbaskirina astengiyan û gihîştina bi çareseriyên ku bibin sedema vekirina rewşa siyasî ya niha.”

Hevbendiya Yekîtiya Netewî ya bi serokatiya Ano Cewher Ebdulmasîh, daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Herêmê kir ku bersiva destpêşxeriya Serok Barzanî bidin û bi hev re bicivin û rûbirûyî li hemû kêşe û astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê bibin.

Her wiha daxwaz kir ku di zûtirîn dem de û di çarçoweya destûr û yasayan de hilbijartinên parlemanî yên dadmend û şefaf bên kirin, ku tê de maf û kotaya netewî ya gelê mesîhî bêne parastin.