Îsraîl û Gezzayê agirbest ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl û Xezzayê agirbest ragihandin û îşev demjimêr 22.00’an ket warê cibicîkirinê.

Li gorî 2 jêderên Filistînî û Misrî, agirbesta di navbera Îsraîl û Xezzayê de hatiye ragihandin, roja 13ê Gulanê demjimêr 22:00 ket warê cibicîkirinê.

Tê payîn, şerê ku di encamê de 33 Filistînî û 2 Îsraîlî hatin kuştin, bi dawî bibe.

Berpirsekî Misrî dibêje, welatê wî navbeynkarî kiriye ji bo razîkirina hemû aliyan bi agirbestekê. Çavkaniyeke Filistînî jî ev nûçe piştrast kir, lê heta niha Îsraîl li ser agirbestê ti daxuyanî nedaye.

Îsraîlê ji pêr Sêşema borî ve dest bi êrîşên asmanî li ser Tevgera Cîhada Îslamî li herêma Xezzayê kiriye, ji aliyê xwe ve jî çekdarên Îsraîlî bi sedan mûşek arasteyî Îsraîlê kirine.