Erdogan: Dengdan bi dawî bû, niha dema parastina sindoqan e
Navenda Nûçeyan (K24) - Proseya dengdana hilbijartinên Tirkiyê bi dawî bû û Serokomarê Tirkiyê û Namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan got: “Niha jî weke her car dem hatiye ku bi awayekî bihêz em xwedî li sindoqan derkevin.”
Dengdana ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 28an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di demjimêr 17.00an de bi dawî bû.
Serokomarê Tirkiyê û Namzedê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê banga parastina sindoqên dengdanê kir.
Erdogan got: “Li seranserê welatê me proseya dengdanê bi awayekî ku hêjayî demokrasiya me ye, hemd ji Xwedê re bi dawî bû. Niha weke her car dem hatiye ku bi awayekî bihêz em xwedî li sindoqan derkevin. Heta ku encam teqez bibe, parastina îradeya miletê me bidomînin!..”
Değerli dava ve yol arkadaşlarım...
— Recep Tayyip Erdoğan (@RTErdogan) May 14, 2023
Oy verme işlemi ülkemiz genelinde, hamdolsun, demokrasimize yakışır bir şekilde tamamlandı. Şimdi, her zaman olduğu gibi sandıklara sıkı sıkıya sahip çıkma vakti. Sonuçlar kesinleşinceye kadar milletimizin iradesini korumaya devam!..