Şandeke Konsulxaneya Çînê serdana Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Herêma Kurdistanê bi serokatiya Konsulê Giştî yê Çînê bi wekalet Liu Zhenyong, û Berpirsê Beşa Siyasî ya Konsulxaneyê Chen Guojig, serdana Saziya medyayî ya Kurdistan24ê kir û amadehiya xwe ji bo hevkarî û hevahengiya zêdetir bi Kurdistan24 re nîşan da.

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî û hejmarek ji berpirsên beşên Kurdistan24ê pêşwazî li şanda Konsulxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê kir, di hevdîtinê de jî şanda Konsulxaneya Çînê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên li gel saziya medyayî ya Kurdistan24 û hevkarî û hemahengiya zêdetir kir.

Şanda Konsulxaneya Çînê serdana beşên cuda yên saziya medyayî ya Kurdistan24ê kir û dilxweşiya xwe bi hebûna saziyeke wiha li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsulê Çînê ê bi wekalet got, ew amade ne ji bo her hevkariyeke medyayî derbarê welatê xwe bi rêya Kurdistan24ê re weke dezgeheke medyayî û bawerpêkirî bikin.