Tîmeke din a Kurdistan24ê li Dohayê beşdarî workşopekê dibe
Hewlêr (K24) – Îro tîmeke din a Kurdistan24ê li Dohayê beşdarî çend workşopên din bûn, ku taybet bû bi karê nûçe û weşanê, ku ji aliyê Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandin ve hatiye rêkxistin.
Tîma Kurdistan24ê li ser karê nûçeyan, danîna planan, çawaniya dabînkirina mêvanan ji bo bultenên nûçeyan û pêşxistina karê medyaya civakî, li Dohayê beşdarî workşopekê dibe.
Rêkxistina vê workşopê ji aliyê kanala Al Jazeerayê ve, beşek ji karê hevbeş yê navbera Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê û Peymangeha Al Jazeera bo Ragihand e.
Beriya niha jî tîmeke din a Kurdistan24ê beşdarî workşopek li ser mekanîzmaya karê grafîk, kontrola kalîte û karê teknîkî û çend mijarên din kiribû.