Pêşangeheke şêwekariyê ji bo xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya 14 xwendekarên Beşa Hunerên Ciwan, îro sêşemê pêşangeheke hevbeş li Galeriya Medyayê ya Hewlêrê hat vekirin.

Pêşangeha ku bi navê (Ji Sifirê ve) ye, tê de 14 xwendekarên Beşa Hunerên Ciwan 40 tabloyên xwe numayiş dikin.

Pêşangeha di bin çavdêriya Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw de hatiye vekirin, biryar e ji 16ê Gulanê heta 18ê Gulanê berdewam bike.

Rêkxerê Pêşangehê Peyad Ebdullah ji K24ê got: “Xwendekarên Fakulteya Hunerên Ciwan li Hewlêrê wek her sal di pêşangeheke hevbeş de kom dibin, da ku jêhatîbûna xwe wergerînin tabloyên xweş”.

Got jî: Ev xwendekar dixwazin tekez bikin ku hunera xêzkirin û şêwekariyê hertim ber bi nûjeniyên nû ve ye.

Amaje bi wê kir jî: Ji bo bidestxistin û kirîna tabloyên hunerî yên xweşik, daxwazek mezin ji serdangeran ve heye û helbet ev yek handekene baş e ji bo pêgehandina nifşekî hunerhez.

pêşangeh