HDPê ji piştî şikestina Pêvajoya Aştiyê 1.26 milyon deng winda kirine

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan HDP piştî şikestina Pêvajoya Aşitiyê, heta niha di hilbijartinên Tirkiyê de milyonek û 266 hezar deng ji dest dane.

HDP yek ji wan partiyan e ku deng û kursiyên xwe di hilbijartina 14ê Gulanê de bi awayekî berçav kêm kiriye. HDP di dema Pêvajoya Aşitiyê de, dengên xwe gihandibû lûtkeyê û 80 kursî bidest xistibûn. Lê vê hilbijartin eşkere kir ku HDP li gor dema Pêvajoya Aşitiyê, milyonek û 266 hezar deng ango 19 kursî ji dest dane.

Partiya Demokratîk a Gelan )HDP(e v sê hilbijartin in dengên xwe bi berdewam kêm dike û ev qeder vê care jî neguherî. HDPê li gor hilbijartina 2015an ango piştî şikestina Pêvajoya Aşitiyê zêdetir, ji milyonekî zêdetir deng ji dest dane.

BDPa ku hatibû girtin û li şûna wê HDP hatibû damezirandin, di hilbijartina 2011ê de ji sedî 6.4 deng anî û 34 kursî bidest xistin. Lê li vir mirov divê amaje bi wê bike ku wê demê BDP ji ber astengiya benda hilbijartinê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinê bûbû, eger na dikarîbû zêdetir deng bidest bîne.

Hilbijartina 7ê Hezîrana sala 2015an di dema Pêvajoya Aşitiyê de bi rê ve çû, HDPê jî dengên xwe du qatan zêde kirin û bû xwediyê 80 kursiyan.

Lê hilbijartina 2018an di dema ku Pêvajoya Aşitiyê şikestibû û ji Rojavayê Kurdistanê heta Xakurkê şerekî berfireh di navbera arteşa Tirkiyê û PKyê dihate kirin, HDPyê di wan hilbijartinê de 13 kursî ji dest dan.

HDPê di hilbijartina 2023an de jî dengên xwe bi awayekî berçav kêm kirin. Dema mirov temaşa vê înfografîkê dike, eşkere dibe ku HDPê piştî şikestina Pêvajoya Aşitiyê milyonek û 266 hezar deng, ango 19 kursî ji dest dane.

Pêvajoya Aştiyê ji sala 2013 heta 2015an di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de bi rê ve çûbû. Di wê serdemê de siyaseta legal û demokratîk bipêş ketibû û HDP bûbû diyarkerê damezirandina hikûmetê. Lê hilbijartina 2023an eşkere kir ku HDPê ev şiyana xwe ji dest daye.