Lîwa Behcet Sêlkî: Fransa di têkbirina DAIŞê de baştirîn rol lîst

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Wezareta Pêşmerge duhî gihîşte Parîsê û bi rayedarên leşkerî yên Fransa re hevdîtin pêk anî. Endamekî wê şandê jî dibêje, rola hêzên hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng e.

Endamê Fermandariya Hêza Lîwa Behcet Sêlkî ji Parîsê ji K24ê re ragihand, beşdarbûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di merasîmeke leşkerî de bi ala Kurdistanê û Fransa û danîna tacên gulan li ser mezarê serbazê winda (Kevana Serkeftinê) bi serê xwe giring e.

Sêlkî her wiha got, Fransa di têkbirina DAIŞê de baştirîn rol lîst û yekem serokê ku serdana qada şerê li dijî DAIŞê kiribû, Serokê Fransayê bû.

Şanda Wezareta Pêşmerge ji Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxaliq Bapîrî û hejmarek fermandarên Pêşmerge pêk hatibû.

Armanca şandê ji vê serdanê, xurtkirina pêwendiyên serbazî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de ye.

Ev serdan ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Pêşmerge û bi alîkariya Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Fransa ve hat organîzekirin.

Fransa yek ji wan welatên Ewropayê ye ku pêwendiyên wê yên dîrokî ligel Herêma Kurdistanê hene û di şikandina DAIŞê û alîkariya Pêşmerge de roleke bihêz lîst.