Sibe herdu dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, sibe herdu dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin û Seroka Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê wê jî beşdarî civînê dibin.

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, sibe herdu dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin û Seroka Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê wê jî beşdarî civînê dibin.

Sibe Înê 19ê Gulana 2023an, herdu dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi beşdariya Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî û serokên herdu fraksiyonên PDK û YNKê dicivin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, di civînê de mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin. Herwiha di civînê de amadekariya ji bo civîna parlamentoyê tê kirin li ser mijara hilbijartinan.