Lukashenko: Ewropa ji bo şer amadekariyê dike

Serokê Belarusê Aleksandr Lukashenko ragihand, pêngav û daxuyaniyên rayedarên welatên rojava derdixe holê ku ji bo şer amaderkariyê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Belarusê Aleksandr Lukashenko ragihand, pêngav û daxuyaniyên rayedarên welatên rojava derdixe holê ku ji bo şer amaderkariyê dikin.

Aleksandr Lukashenko diyar kir, pêngavên welatên rojava, bi taybetî endambûna Fînlandayê di NATOyê de û amadekarîkirina wê yekê ku Swêd jî bibe endama NATOyê, nîşana dike ku cîhan ber bi rûbirûbûna şer ve diçe.

Lukashenko behsa wê yekê jî kir ku hinek welatên Ewropayê bûne cihê ceribandina çekan, ev yek cîhanê ber bi şerekî berfireh û metirsîdar ve dibin.

Serokê Belarusê dibêje: “Rojava qeyranan kûrtir dike, dengê siyasetmedarên wan derdixe holê ku amadekariya şer dikin.”

Herwiha tekez dike ku Ukrayna li parzemîna Ewropayê navendeke sereke ya rûbirûbûnan e.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.