Qasim El-Arecî: Hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftina Şingalê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî radigihîne, hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftina Şingalê ye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro 20ê Gulana 2023an li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Em hêvîdar in ku hefteya bê li ser mijarên girîng bigihin rêkeftinekê.”

Got jî: Li Şingalê çekdarên neqanûnî hene ku li dijî rêkeftinê ne. Em pabend in bi vekişîna hemû hêzan ji Şingalê, ji bilî polîs û artêşê.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê got jî, di vê derbarê de komîteyek ji aliyê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ve bo serperiştiya vê pirsê hatiye avakirin. Îro ji bo çareserkirina xaleke girîng ya rêkeftina Şengalê me bi aliyên peywendîdar re di nava pêwendiyê de bûn. Em hêvîdar in ku heta hefteya bê, em bigihin çareseriyekê ji bo wê babetê, ku bibe sedema çareseriyên din.

Qasim El-Arecî got, ew ê 2500 kesên ku li kampên Duhokê dimînin, li Şingalê tayîn bikin.

Got jî: pirsa Şingalê yek ji wan babetên giring û hestyar e ku dê bibe sedema çareserkirina hijmarek pirsgirêkên din. Hikûmeta Îraqê rijd e li ser çarekirina vê pirsê, ji ber ku dê pirseka giring a Îraqê çareser bike.