Qeter û Tirkiyê bajarekî ji penaberên Sûrî re li bakurê Sûriyê ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca bicihkirina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, Qeter û Tirkiyê bajarekî ji 50 hezar kesî re li bakurê Sûriyê dikin.

Ajansa Nûçeyan a Qatarê “QNA” ragihand, Fona Geşepêdanên ya Qeterê bi Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) re hevdîtinek pêk anî ji bo destpêkirina bi rêkarên avakirina bajarekî temam li bakurê Sûriyê.

Li gorî zanyariyên “QNA”, ev bajar dê ji 5 hezar xanî (apartman) û xizmetguzariyên giştî pêk tê, di nav de mizgeft, navendek bazirganiyê, dibistaneke seretayî, dibistaneke navendî û navendeke tenduristiyê hene. Her wiha rê, parkên giştî, tora elektrîkê û depoyên avê tên dirustkirin.

Di destpêka meha Nîsanê de, Fona Qeterê ji bo piştgirîkirina projeya avakirina bajarekî temam li Bakurê Sûriyê bi AFADê re peymanek îmze kiribû.

Fona Qeterê di wê demê de got, armanca hevkariyê ew e ku bajarekî bi xizmetguzariyên giştî li bakurê Sûriyê ji bo bicihkirina 50 hezar kesî ji penaberên Sûriyê re ava bike.

Avakirina vî bajarê mezin di çarçoveya wê projeyê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di Gulana 2022an de gotibû, hikûmeta wî projeyek amade kiriye ta ku nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li 13 “herêmên ewle” li bakurê Sûriyê cîbicî bike.

Cihê avakirina vî bajarî li kîjan parêzgeh yan herêmê nehatiya diyarkirin, lê pêştir bi hevkariya rêxistinên Tirkî, Qeterî, Kuweytî û Filistînî, gelek gundê û komelgehên nişticihbûnê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin.

Li gorî zanayriyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, nêzîkî nîv milyon koçberên hawirde ên Ereb li herêma Efrînê hatine bicihkirin.

Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, armanc ji avakirina gund û bajaran ji penaberên Sûrî re, guhartina demografî û nasnameya Kurdî ya Efrînê ye.