Xortekî Kurd li Brîtanyayê jiyana 30 kesî ji şewatê rizgar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî Kurd ê ku li Brîtanyayê dijî, hefteya borî li Wrexham a Walesê jiyana 30 kesan di nav wan de zarok, jin û pîr hebûn, ji agir rizgar kirin.

Serwar Mehmûd ê 39 salî, penaberekî Kurd e û ev şeş sal in li Wrexham dijî û xwediyê mini marketekê ye, êvara Sêşema borî, dema di dikana xwe de bihna şewatê dike û dengê zarok û jinan li beşa jorîn a avahiyê dibihîse, ew bi lez diçe qata jorîn, alîkariya niştecihên avahiyê dike, ta ku ji malên xwe derkevin.

Li gorî pêgeha nûçeyan “The Leader”, wî penaberî ewlehiya xwe xistiye metirsiyê, da ku xelkê herêmê ji şewatê rizgar bike.

Serwar ji ajansa nûçeyan re behsa kêliya şewatê kir û got: “Rewş pir metirsîdar bû, bi taybetî ji bo yên li qata jorîn, lê ez bi lez derketim qatê jor, ji ber ku min dizanibû ku li qata jor kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hene.”

Şewat ji ber şorteke elektirîkê derketibû û ziyan gihîşt komgehekê û ji sedî 80 ê avahiyê.

Ciwanê Kurd kêfxweşiya xwe anî ziman ku di wê bûyerê de qurbanî û birîndar çênebûne.

Bi dehhezaran Kurd li Brîtanyayê dijîn û di war û sektorên cuda de de kar dikin. Hejmarek mezin ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ji sedsala borî ve ji ber sedemên cuda koçî derveyî welêt kirin.

Di dema borî de, hejmareke berçav ji Kurdên Brîtanyayê bi awayên cuda beşdarî xizmet û alîkariya rûniştvanên civakên xwe bûne û bala medyaya wî welatî kişandine ser xwe.