Çavuşoglu: Ger em bibêjin em ê hemû penaberên Sûrî bişînin, ne rast e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu radigihîne, ew hemû penaberên Sûrî vangerînin û di warê derfeta kar de pêwîstiya Tirkiyê bi wan heye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu duhî yekşemê ji televîzyona Haberturk re ragihand, pêwîstiya welatê wî bi penaberên Sûrî di warê pîşesazî, çandinî û kar de heye û got ku vegera wan bo Sûriyê, dê li ser bingeha gihîştina çareseriyeke siyasî û avakirina jêrxaneyan be.

Çavuşoglu got: “Ne rast e ku em bibêjin em ê hemû Sûriyan ji Tirkiyê vegerînin, lê divê em ewlehiya kesên dixwazin vegerin welatê xwe gerentî bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, axaftina Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu ya li dijî penaberan kîn û nefretê derdixe holê û got: “Ev pirs bi vî awayî û bi nijadperestiyê nayî çareserkirin.”

Lê Çavuşoglu vegeriya û got, welatê wî dest bi hevkariya bi rêjîma Esed re kiriye, ji bo vegerandina penaberên Sûrî bo deverên wan.

Her wiha got: “Me dest bi hevkariyê bi Beşar Esed re kiriye, ji bo vegerandina penaberên sûrî bo deverên wan û di civîna çaralî ya wezîrên derve li Moskoyê de li ser nexşerêyek ji bo vegera wan hat lihevkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir jî, tê plankirin ku civîneke sêalî di navbera serokên Tirkiye, Rûsya û Beşar Esed de pêk were.

Çavuşoglu got ku Qeter û Erebistana Siûdî dê ji bo vegerandina penaberên Sûrî bo herêmên di bin kontrola Beşar Esed de, piştgiriyê bidin.