Xala aktîvkirina Encûmena Komîsyaran alozî li Parlamentoya Kurdistanê derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Xala aktîvkirina Encûmena Komîsyaran a Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Parlamentoya Kurdistanê, alozî derxist. Di demekê de ku Fraksiyona PDKê dibêje, Encûmena Komîsyaran bi awayekî yasayî hatiye aktîfkirin, lê Fraksiyona YNKê wê daxuyaniyê red dike.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştrast kir ku dengdana li ser aktîvkirina Encûmena Komisyaran “li gorî xala duyemîn a madeya 48’an” ketiye dengdanê û dengên pêwîst bidest xistiye.  Her wiha got jî: “Li gorî xala yekem a heman madeyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê dîsa aktîvkirina Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê xiste dengdanê û dengên pêwîst bidest xist.

Ji aliyê din ve Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar jî ev pêngav bi “neqanûnî” bi nav kir û got: “Ev tevger berûvajî xala 48 a Peyrewa Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ye, ji ber ku 24 demjimêr beriya civînê nehatibû ragihandin.”

Hêmin Hewramî berî rûniştina parlamentoyê: Em bi merc amade ne rûniştin were paşxistin

Cîgirê Seroka Palamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî berî rûniştina parlamentoyê ji K24ê re ragihand, Xula Pêncem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo amadekirina zemîneya yasayî û siyasî hat dirêjkirin û ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê roja 18ê Mijdara 2023an ji bo hilbijartinan destnîşan kiribû, ku kêmtir ji 6 mehan maye.

Got jî: Ji bo lihevkirina zêdetir di navbera aliyên siyasî de, ew amade ne ku civîna îro ya parlamentoyê bo sibe were paşxistin, ji bo jinûve aktîfkirina komîsyonê û xwendina yekem a sererastkirina qanûna hilbijartinan, bi zêdekirina guhertinên pêwîst di postên hikûmet û parlamentoyê de. Bi mercê ku Seroka Parlamentoyê ragihîne ku dê rûniştin sibe sêşemê bi heman rojeva rûniştina îro bê lidarxistin.

Di rûniştinê de alozî derket

Civîna Parlamentoya Kurdistanê îro demjimêr 11:00 bi dema Hewlêrê bi amadebûna Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, Sîgirê Seroka Perlemanê Hêmin Hewramî, Sekretera Parlamentoyê Mona Qehwaçî û parlamenterên YNK, PDK, Gorran û yên pêkhateyan dest pê kir.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq got: “Ji bo parastina yekrêziya niştimanî û lihevkirina hêzên siyasî, min biryar da ku li gorî xala 3 ya madeya 18, desthilata xwe ya teqez bikar bînim û rûniştina îro bo demeke din bipaş bixim.”

Di bersivê de, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî got: “Her parlamenterek bi berdewamiya civînê re ye, bila destê xwe bilind bike.”

Piştî axaftina Serokê Parlamentoyê, di navbera parlamenterên YNK û PDKê de alozî derket û parlamenterên her du partiyan çûn cihê rûniştina Serokatiya Parlamentoyê (wek ku di weşana zindî ya Parlamentoya Kurdistanê de hatiye nîşandan).

Fraksiyona PDKê: Me pêngaveke yasayî avêtiye

Piştî aloziyên li hola parlamentoyê; Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid li parlamentoyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand,  Serokê Parlamentoya Herêma Rêwaz Fayiq bêyî ku veger Madeya 48 û bi Desteya Serokatiyê re bişêwire, bernameya kar û aktîvkirina Encûmena Komîsyaran bipaş xist.

Serokê Fraksiyona PDKê da zanîn, Madeya 48ê jî dibêje ku paşxistina her mijareke rojevê di çarçoveya desthilata Serokatiya Parlamentoyê de ye, ne tenê Serokê Parlamentoyê. Ji ber wê jî bi piştbestin bi wê madeyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî daxwaza berdewamiya rûniştinê û dengdana li ser aktîvkirina komîsyonê kir.

Got jî: “Bi koma dengên endamên parlamentoyê yên ku li gel encamdana hilbijartinan ne û ne razî ne ku li Herêma Kurdistanê valahiyeke yasayî çêbibe, biryar hat dayîn ku rûniştin berdewam bike û deng li ser aktîvkirina Encûmena Komîsyaran hat dayîn.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji K24ê re ragihand, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi 58 dengan hat aktîfkirin.

Derbarê aloziyên li parlamentoyê de jî Pêşewa Hewramî got, ew wek karekî asayî yê parlamentoyê dibînin û got: “Bûyerên wiha li di nava parlamentoyê de rû didin.”

Li gor Pêşewa Hewramî, ew wek PDK'ê alîgirê wê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û neyên paşxistin. Got jî: Dirêjkirina dema parlamentoyê di dema borî de, bijardeyeke neçar bû, da ku Herêma Kurdistanê nekeve valahiyeke yasayî.

Fraksiyona YNK`ê vê pêngava fraksiyona PDK`ê weke “neyasayî” bi nav dike

Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar ev pêngava fraksiyona PDKê bi “neyasayî” bi nav kir û got, PDKê bi pêngaveke neyasayî ya yekalî xalek xiste rojeva Parlamentoya Kurdistanê û wî nûnereke pêkhateyan di Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de ji bo îmzekirina li ser babeteke nepeyrew bikar aniye û ev jî gaveke ber bi kûrkirina nakokiyên siyasî ve ye.”

Herwaha got: “Ev pêngav berûvajiyê xala 48 a Peyrewa Parlamentoya Kurdistanê ye, ji ber ku 24 demjimêr berî civînê nehatiye ragehandin.”

Fraksiyona Gorran bang li aliyan dike ku pirsgirêkan çareser bikin

Fraksiyona Gorranê li Parlamentoya Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û sererastkirina yasaya hilbijartinan pakêtek e û pêwîstî bi lihevkirina aliyên siyasî heye.

Fraksiyona Gorranê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz ji YNK, PDK û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku bi yekdengî û biratî pirsgirêkan çareser bikin.

Duhî PDK û YNKê: Li ser gelek mijaran hevtêgihiştinek erênî heye

Duhî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li Hewlêrê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin tê de ragihandin, “Di hevdîtinê de li ser encamdana hilbijartinan di dema xwe de, pêwendiyên YNK û PDK û çend mijarên din ên girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.”

Li gorî daxuyaniya hevbeş, “Li ser gelek mijaran hevtêgihiştinek erênî hebû.”

Amaje bi wê yekê jî hate kirin, “Hin mijarên din ên ku pêwîstiya wan bi guftûgoyên zêdetir heye, dê di civînên pêş de biryarên pêwîst li ser werin dayîn.”