Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Aktîvkirina komîsyonê biryareke girîng bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li biryara aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve dike.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li biryara aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve dike û ragihand, rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê destkeftên me ve li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, ketibû jêr pirsyarê ve; gelo baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye an na.

Îro Duşemê 22ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotareke xwe de li Akrê ragihand, "îro Parlamentoya Kurdistanê biryara aktîvkirina Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan da, ji bo ku hilbijartin were kirin, destxweşiyê li endamên parlamentoyê dikim ji bo derkirina vê biryara girîng, çimkî bi rastî rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê destkeftên me ve li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, ketibû jêr pirsyarê ve; gelo baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye an na".

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, eger kêşe hebe, tê çareserkirin jî, lê belê ti tiştek nabe rêgirî li encamdana hilbijartinan bike, loma ev biryara hatiye dayîn, piştrastkirinek bû, ku baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî ziman ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de di dawiya îsal de were encamdan.

Roja Duşemê 22ê Gulana 2023an, Parlamentoya Kurdistanê bi dengên 58 parlamenteran û bêyî amadebûna Seroka Parlamentoyê û Fraksiyonên YNK û Goranê, Encûmena Komîsyaran a Komîsypna Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê pesend kir.

Roja Yekşemê 21ê Gulana 2023an, li ser daxwaza Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku arasteyî hemû endamên parlamentoyê kiribû, diyar kir ku xaleke din ji bo rûniştina sibe Duşemê hatiye zêdekirin, ew jî aktîvkirina Encûmena Komîsyaran e.