Wezareta Berevaniyê ya Sûdanê daxwaza hilgirtina çekan ji xanenişînan dike

Wezareta Berevaniyê ya Sûdanê bi fermî daxwazê ji hemû wan xanenişînan dike ku şiyana wan a hilgirtina çekan heye, serdana artêşê bikin ji bo çekdarbûnê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Sûdanê bi fermî daxwazê ji hemû wan xanenişînan dike ku şiyana wan a hilgirtina çekan heye, serdana artêşê bikin ji bo çekdarbûnê.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Berevaniyê yê Sûdanê Yasîn Îbrahîm ragihand: “Bangeşeyeka xwebexş dest pê dike, ji roja duşemê 29ê Gulana 2023an ve, her xanenişînek dikare çek hilgire, serdana binkeya herî nêz a artêşê bikin ji bo wergirtina çekan.”

Li hemberê wê, Hêzên Piştevaniya Bilez vê pêngava artêşa Sûdanê şermezar dike û weke têkçûna artêşê li hember hêzên wan bi nav dike.

Hêzên Piştevaniya Bilez diyar kiriye: “Artêşa Sûdanê li şûna ku rêkarên çespandina aştiyê bihêz bike, bi çekdarkirina xelkê, rewşê aloztir dike.”

Ji roja 15ê Nîsana 2023an ve, li Xertûma paytexta Sûdanê û çend bajarên din, şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de serî hildaye û heta niha jî berdewam e.