Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş pêk tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji duhî ve li herêmên Germiyan û Xaneqîn dest bi operasyoneke hevpar kirine. Armanca sereke ya operasyonê, derxistina çekdarên DAIŞê ji wê deveran e.

Fermandarê Lîwaya 17 a Pêşmerge Hekim Kerîm ji K24ê re ragihand, “me operasyoneke hevbeş ligel artêşa Iraqê li Germiyan û Xaneqînê pêk aniye, li gorî planê jî encamên baş derketine.”

Got jî: “Armanca sereke ya operasyonê, derxistin û paqijkirina deverê ji çekdarên DAIŞê ye, ku valahiyek li vê deverê heye û DAIŞ sûdê jê dibîne. Em dixwazin qanûnê li van deveran cîbicî bikin.”

Da zanîn jî, kêlgeheke petrolê ya li devera Qorî Çay ji çekdarên DAIŞê pak dikin, ku dema DAIŞê hat ji kar ketibû û piştî operasyonê tê plankirin ku careke din were bikaranîn û parastin.”

Fermandarê Lîwaya 17 a Pêşmerge diyar kir, “Li gor planê operasyona me dê îro bi dawî bibe, lê em wek Hêzên Pêşmerge li sînorê xwe her tim di amadebaşiyê de ne.”