Ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe

Bi amadebûna berpirsên herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe.

Duhok (K24) – Bi amadebûna berpirsên herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe.

Îro Yekşemê 28ê Gulana 2023an, di demjimêr 19:00ê de bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û ji çendîn beşên cuda pêk tên, wek; bazirganiya kar, zanista komputerê, dîzayna navxwe, siyaseya giştî, medya û pêwendiyan.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve bawernameya wê tê nasîn û yek ji zanîngehên asta bilind û naskirî yên Iraq û navçeyê ye.

Zimanê xwendinê li zanîngehê Îngilîzî ye û bi sîstema "hunera azad" xwendekaran perwerde dike, ku ji pêşkêşkirina çendîn kursên cûr bi cûr ên zaninstên mirovî û sirûştî pêk tê, ku ev sîstem li Amerîkayê belav bûye.