Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Divê statuya Herêma Kurdistanê were parastin

Navenda Revenda Kurdistanî konferanseke du rojan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê saz kir û revenda Kurdî ya li seranserê Ewropayê ji bo beşdariya konferansê çûn bajarê Lozanê.

Hewlêr (K24) – Navenda Revenda Kurdistanî konferanseke du rojan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê saz kir û revenda Kurdî ya li seranserê Ewropayê ji bo beşdariya konferansê çûn bajarê Lozanê.

Îro Yekşemê 28ê Gulana 2023an, kar û çalakiyên 1emîn Dîdara Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi dawî bû, ku rojên 27 û 28ê Gulanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat encamdan.

Di roja duyem û dawiya konferansê de encama dawî ya konferansê hat belavkirin ku tevî pêşkêşkirina spasî û pêzanînê bo Serok Barzanî ku gotara wî di konferansê de hat xwendin, di konferansê de kêfxweşiya ji ber beşdarbûna hêz û aliyên siyasî yên Kurdî yên hemû parçeyên Kurdistanê hat nîşandan.

Encama dawî ya konferansê çend xal weke balkişandin û rasparde li xwe girtine, di xala duyem a raspardeyan de tekezî li ser serxistina statuya Herêma Kurdistanê û parastina wê hatiye kirin wek ezmûneke xwedî yasa û naskirî ji aliyê destûra Iraqê ve. Herwiha hatiye destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê nimûneyeke zindî ya pêkvejiyan û qebûlkirina hev e.

Herwiha bal hat kişandin ku yeknebûn û belavbûn di nava sedsalên borî de, li penaya siyaseta navdewletî ya dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê, bi awayekî berdewam neyênî bû û di gelek qonax û wêstgehan de derba kuştinê li doza Kurd daye.

Yek ji xalên din ên encamnameya konferansê, pêwîst dibîne ku sûd ji piştevaniya navdewletî û raya giştî ya welatên demokratîk ên cîhanê were wergirtin ji bo xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê.

Di encamnameya konferansê de behsa rola revenda Kurd a li Ewropa û derve hat kirin, ku dikarin rola zêdetir bilîzin ji bo nasandina doza Kurd û Kurdistanê û bihêzkirina lobiyê li ser astên cuda, ji bo vê mebestê jî pişta xwe bi întîmaya netewî girê bidin û xwe ji her cûre întîmayeke din dûr bixin.

Herwiha di dawiya encamnameyê de rola jinên Kurdistanê nehatiye jibîrkirin, ku di hemû qonax û wêstgehan de rol û bandora wan a bihêz hebû di xebata siyasî û şoreşgeriyê de, herwiha wek pêwîst hat dîtin ku jinên Kurd li diyasporayê heman rola borî bilîzin, lê belê bi şêwaza nû û çalakiya serdemî, bi taybetî beşdarbûna wan a di dîdarên bê de.