Erdogan: Em ê şerê li dijî rêxistinên terorê û gefên li ser sînorên me yên başûr zêdetir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serkeftina wî ya di hilbijartinê de, careke din gefa operaysoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serkeftina wî ya di hilbijartinê de, di yekemîn gotara xwe ya li Koşka Serokomariyê de ragihand, ew ê şerê xwe yê li dijî terorê li ser sînorên xwe yên başûr zêdetir bikin. Ji bo vê yekê jî dê rêyên siyasî û dîplomatîk çalaktir bikin.

Erdogan got jî: “Yên li Qendîlê ji gel hez nakin. Yên li Qendîlê hewl dan welat têk bibin û demokrasiyê têk bibin.”

Erdogan ji ber hevahengiya bi HSDê re, rexne li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê girt û got, hêzên Hevpeymanan û YPG da ku nefta li Qamişlo di nava hev de parve bikin, gav avêtine.

Her wiha Erdogan di gotara xwe de li ser zindanîkirina hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş jî axivî û got, heta ew li ser deshilatê ye Demîrtaş azad nabe.

Derbarê penaberên Sûriyê de, Serokomarê Tirkiyê ragihand, di nava salekê de milyonek penaberên Sûriyê dê vegerin welatê xwe. Her wiha da zanîn jî, wan alîkariya 600 hezar Sûrî kiriye ku bi dilxwazî ​​vegerin welatên xwe.

Duhî Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin, li hember wî jî Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47.8 deng bi dest xistine.