Erdogan: Heta em ser li deshilatê bin Demîrtaş azad nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe de li ser zindanîkirina Hevserokê berê yê HDPyê Selahettîn Demîrtaş ragihand, heta ew ser li deshilatê ye Demîrtaş azad nabe.

Duhî Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin û careke din bû Serokkomarê Tirkiyê.

Erdogan piştî serkeftina wî ya di hilbijartinê de, di yekemîn gotara xwe ya li Koşka Serokomariyê de got: “Kemal Kiliçdaroglu çi digot? Ger hûn dixwazin Demirtaş azad bibe, dengê xwe bidin min. Miletê min çi got? Miletê min baş dizane, kesê ku li Diyarbekirê 51 welatiyên me yên Kurd kuştine Demirtaş e.”

Erdogan tekez kir: “Heta ku em li ser desthilatê bin, azadkirina Demîrtaş ne pêkan e.”

Hevserokê HDP yê berê Selahahtîn Demîrtaş di mijdara 2016an de li gel 10 parlementerê HDPê hate girtin û ev nêzî 6 sal û nîv in li bajarê Edîrneyê di girtîgehê de ye.