Îsraîl bi mûşekan êrîşî derdora Şamê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan baregeheke Hizbullaha Lubnanî û hin xalên din li derdora Şamê kirin armanc.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” ragihand Îsraîlê şeva borî ji aliyê Golana Sûriyê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.

Her wiha got jî, berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû û hejmarek ji wan xistin xwarê.

Li ser zarê jêderekî leşkerî jî da zanîn, di encama êrîşê de, ziyanên madî derketine.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mûşekên Israîlî baregeheke hêzên Berevaniya Asmanî yên rêjîmê ku milîsên Hizbulaha Libnanî tê de hene, kirine armanc.

Rewangehê da zanîn jî, Îsraîlê deverên Hefîr El-Fewqa, El-Hama li Şamê û derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê jî kirine armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve, ev êrîşa Îsraîlê ya 17emîn e li ser xaka Sûriyê ku tê de 34 baregeh û komgehên çekan wêran kirine, her wiha 48 leşker û çekdar hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûne.