Li Kerkûkê çend gorên bi komî tên vekirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Hewîce yê li başûrê Kerkûkê piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê, çend gorên bikomî hatin dîtin, Piştî 6 salan ji dîtina wan, biryar e ku di demek nêzîk de ew gor werin vekirin.

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet, Merwan Anî ji K24ê re ragihand, di nava wan goran de termên bi sedan welatiyên sivîl hene ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Got jî: “Komîteyek ji Bexdayê serperiştiya vekirina goran dike, lê proseyên vekirinê hîn temam nebûne.”

Rêvebera Ofîsa Mafê Mirovan a Kerkûkê Zemiye Mihemed ji K24ê re ragihand, vekirin û kolandina goran bi çavdêriya Dezgeha Şehîdan a Iraqê û UNAMI tê kirin.

Girêdayî vê babetê, Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Elî Hemadî ji K24ê re behsa gorên komî yên Hewîceyê kir û got: Cihê ku gorên bikomî lê hatine dîtin, berê ji aliyê hêzên Amerîkî ve weke baregeheke leşkerî ya bi navê Begara dihat bikaranîn. Piştî dagîrkirina Hewîceyê ji aliyê DAIŞê ve, ew der weke cihekî sereke ji bo girtin, îşkencekirin û gulebarankirina welatiyan bikar anîn. Piştî azadkirina wî bajarokî, rêveberiya Kerkûkê xwest cihê navborî bike Rêveberiya Hatûçûnê, di destpêka karên wan de jî hat dîtin ku 3 gorên komî û hestiyên bi sedan welatiyan li wî cihî hene.”

Hemadî got: “Hîn lêkolîn li ser terman nehatine kirin û tedbîr hîn didomin, ji bo vê armancê jî hevahangî bi Saziya Şehîdan û xizmên qurbaniyan re hatiye kirin, ji bo bi riya pişknîna DNA ew term bêne naskirin.”

Her wiha got: “Ne dûr e ku hinek ji qurbaniyan, girtiyên Pêşmerge û welatiyên Êzîdî yên ku berê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û kuştin hebin.”