57 malbatên DAIŞê ji kampa Holê bo cih û warên wan hatin vegerandin

Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – 219 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê yên Sûrî îro ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hatin derxistin.

Karwana ku ji 57 malbatan pêk tê, yekemîn karwan e ku di sala 2023an ji kampa Holê tên derxistina û piraniya wan xelkê Minbicê û gundewarê wê ne û piraniya wan jin û zarok in.

Proseya derxistina welatiyên Sûriyê ji kampa Holê di sala 2019an de dest pê kir û heya niha 2500 malbat bo navçeyên wan li Dêrazorê, Reqa, Minbic û Hesekê hatine vegerandin.

Rêveberiya Xweser radighîne, kesên ku têne derxistin destê wan di kuştinê de tune ye û karyarên terorê nekirine.

Di sala 2020an de, Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser û bi gerentiya rûsipiyên deverê, biryara bi derxistina hemû Sûrî ji kampa Holê da, lê piştî derxistina hejmarek malbatan, ew prose û ji ber êrîşa li ser zindana Sînaya ya Hesekê di Çileyê 2022an de hat rawestandin.

Kampa Holê mezintirîn kampên Rojavayê Kurdistanê ye ku zêdeyî 54 hezar kes lê dimîne, 18 hezar û 483 kes welatiyên Sûrî ne, 8091 endamên malbatên DAIŞê ne û yên din welatiyên Iraqî ne.