Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeheke berhemên şîr li Mêrgesorê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeheke berhemên şîr li gundekî Mêrgesorê tê vekirin.

Li gorî zanyariyan, îro sêşemê 30î Gulanê 2023an demjimêr 15:30 bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma vekirina kargeha berhemên şîr ya Zom li gundê Jajok yê ser bi qezaya Mêrgesor ve birêve diçe.