Washington: Rûsya ji şerê li Ukraynayê berpirsyar e

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka piştgiriya êrîşkirina ser navxweya Rûsyayê nake.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka piştgiriya êrîşkirina ser navxweya Rûsyayê nake.

Îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an, bi rêya dronan ve êrîşî du avahiyên niştecîbûnê yên li Moskowê hat kirin û di encamê de ziyanên maddî derketin holê, lê ziyan li giyanê ti kesî nebû.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Rûsya ji derxistina şerê Ukraynayê berpirsyar e, lê belê em piştgiriya êrîşkirina ser navxweya Rûsyayê nakin, em tenê piştgiriya serbazî ji bo Kîevê dabîn dikin, da ku axa xwe ya dagirkirî azad bike.”

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku Wezîrê Derve Antony Blinken li Swêdê ye.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.