Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im salvegera damezrandina YNKê bibe sedema yekrêziya aliyên siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera damezrandina YNKê pîrozbahî li Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê, Polîtburo, Serkirdatiya YNKê û endamên YNKê Bafel Talebanî kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî de, bi boneya 48 saliya damezirandina YNKê, pîrozbahiyê li wî, Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan, Polîtburo, Serkirdayetî û hemû endam û cemawerê YNKê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, her bi vê boneyê, ji bilî amajepêdan bi xebat û dîroka YNKê, xwedêjêrazî Serok Mam Celal û pêgeh û rola wî bi bîr anî û hêvî xwast ku ev salveger bibe handerê tebayî, pêkveyî û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê.

Ji aliyê xwe ve Serokê YNKê bi navê xwe û serkirdayetiya YNKê xweşhaliya xwe ji bo pîrozbahî û pêwendiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.