Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasîma destbikarbûna Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê, gihîşte Enqerê.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasîma destbikarbûna Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê, gihîşte Enqerê.

Îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna merasîma destbikarbûna Recep Tayîp Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê, gihîşt Enqerê.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ligel hejmareke serok, serkirde û berpirsên bilind yên welatên biyanî dê beşdarî merasîma destbikarbûna Recep Tayîp Erdogan bibe û paşê dê beşdariyê di şîvê da bike ku bi helkefta sondxwarina wî tê sazkirin.

Recep Tayîp Erdogan ku bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê cardin bû Serokomarê Tirkiyê, îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî sonda yasayî bi awayekî fermî bo cara sêyem dest bi kar dike.