Serok Barzanî pêşwazî li nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û şandeke nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 04.06.2023 pêşwazî li şandeke nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û rewşa parêzgeha Neynewa bi taybetî hate gotûbêjkirin.