Ji sedî 62 a şilîka Îranê li Sine tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku nifûsa wê kêmtir ji %2 ji nifûsa Îranê ye, bi berhemanîna salane ya 75 hezar ton, zêdetirî %62 ji şilîka Îranê berhem tîne.

Îsal nirxê şilîk li gorî salên berê daketiye, hilberînerên şilîkê li parêzgeha Sine dibêjinm ji ber nebûna kargehek ku raseterast berhemên wan bikire, qazanca keda wan dikeve berîkên bazirganan.

Parêzgeha Sinayê weke navenda şilîkê ya Îranê tê naskirin û salane ji 3600 hiktar zeviyên çandiniyê yên wê parêzgehê, nêzîkî 75 hezar ton şilîk tê berhemanîn. Sal bi sal jî rûbera çandiniya şilîkê zêde dibe.

Berhema şilîkê li Sineyê gelek ji pêwîstiyên navxwe yên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir, ji ber nebûna kargehên vê berhemê jî, cotkar neçar in ku bi rêya bazirganan berhemên xwe bişînin bajarên navenda Îranê. Ev jî bûye sedema daketina nirxê berhemên wan. Cotkar jî dibêjin, beşeke mezin ji qazancên wan ji Bazirganan re diçe.