Iraq û Pakistan yadaşta hilgirtina vîzeya dîplomasiyê îmze dikin

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, hevtêgihiştin ligel Pakistanê kirine ji bo hilgirtina vîzeya dîplomasiyê di navbera Iraq û Pakistanê de.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, hevtêgihiştin ligel Pakistanê kirine ji bo hilgirtina vîzeya dîplomasiyê di navbera Iraq û Pakistanê de.

Îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferanseke rojnamevanîde li Bexdayê ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî ragihand, pêwendiyên navbera Iraq û Pakistanêbihêz in û di gotûbêjên navbera xwe de jî bihêzkirina pêwendiyên xwe gotûbêj kirine, bi taybetî di warê serbaziyê de.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir, ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê yadaşta hevtêgihiştinê li ser hilgirtina vîze û pasaporta dîplomasiyê îmze kirine.

Ji aliyêxwe ve, Wezîrê Derve yê Pakistanê ragihand, ermanca serdana wî bo Iraqê ji bo bihêzkirina pêwendiyan e û got, Iraq û Pakistan bi awayekî giştî di piştevanîkirina aştiya navçeyê de beşdar bûne.